Berlîn-SANA
Serok Ehmed el-Şeri’ roja Sêşema bê serdaneke fermî bo Almanyayê pêk tîne û biryar e li Koşka Bellevue li Berlîna paytexta wî welatî bi Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re bicive.
Rêveberîya Ragihandinê ya Serokatîya Komarê ji SANAyê re ragihand: “Serok El-Şeri’ dê bi Serokê Federal ê Almanyayê re hevdîtinên fermî pêk bîne û qala rêyên pêşxistina peywendîyên navbera her du welatan bike.”
Peywendîyên Sûrîye û Almanyayê ji dema rizgarkirina welat di 8ê Kanûna Yekem a 2024an de û hilweşîna rejîma revîyayî ve, di warên cuda de hevkarîyeke berdewam dibînin.
Almanyayê di 20ê Adara borî de, piştî girtina 13 salan, balyozxaneya xwe li Şamê ji nû ve vekir.