Enqere-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, li navenda lidarxistina çalakîyên lûtkeya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê “NATO” li Enqereya paytexta Tirkîyê civîya.
Têkilîyên Sûrîye û Amerîkayê û rêyên xurtkirina wan di civînê de hatin gotubêjkirin, her wiha rewşa herêmê jî hat gengeşekirin.

Her du alîyan tekezî li ser giringîya berdewamkirina hevahengîya li ser dosyayên xwedî berjewendîyên hevpar kir, da ku ev yek piştgirîyê bide yekîtîya Sûrîyê û parastina xaka wê û ewlehî û aramîyê li navçeyê xurt bike.


