Hims-SANA
Bi rênimayîya Serok Ehmed El-Şeri`, ji bo piştgirîkirina Nexweşxaneya Niştimanî ya Tedmurê û nûjenkirina pergala tenduristîyê li navçeyê, milyonek dolar wekî alîkarîya darayî hat pêşkêşkirin.
Daxuyanîya derbarê vê bexşînê de di civînekê de hat dayîn ku Wezîrê Tenduristîyê yê Sûrîyê Mus`eb El-Elî pêk anî, di çarçoveya serdana wî ya ji bo Nexweşxaneya Niştimanî ya Tedmurê de duh Yekşemê.
Di vê serdanê de Rêveberê Tenduristîya Himsê Xalid El-Himsî û şandeyek ji Rêxistina “El-Emîn” a Alîkarîya Mirovî ligel wezîr bûn.
Şandeyê dîyar kir ku ev alîkarê di çarçoveya piştgirîya nexweşxaneya niştimanî û xurtkirina kalîteya xizmetên bijîşkî de tê ku ji bo welatîyên li Tedmur û derdora wê tên pêşkêşkirin.
Wezîrê Tenduristîyê di serdana xwe de beşa şûştina gurçikan vekir, her wiha li rewşa xizmetguzarîyên tenduristîyê li nexweşxaneyê nêrî û guh da pêdivî, astengîyên kar û rêyên pêşvebirina xizmetên tenduristîyê yên ku tên pêşkêşkirin.
Beşa şûştina gurçikan niha 5 amûran li xwe digire, bi egera berfirehkirinê di siberojê de ku bigihêje 10 amûran.
Her wiha stasyoneke parzûnkirina avê bi şîyana xizmetkirina 10 amûran, vêga di nav beşê di xizmetê de ye û kar dike.