Şam-SANA
Sûrîyê armancgirtina Îranê ya du keştîyên neftê yên Îmaratê, ku yên Şirketa Ebû Zebî ya Neftê ya Neteweyî “ADNOC” ne, dema ku di tengava Hurmuzê re derbas dibûn, bi tundî şermezar kir, û tekez kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û prensîbên azadîya keştîvanîya deryayî ye.
Wezareta Derve û Koçberan, di daxuyanîyekê de îro Înê, dîyar kir ku ev kiryar gurkirineke metirsîdar e ku dibe sedema zêdekirina alozî û nearamîyê li herêmê, û banga rêzgirtina li qanûna navneteweyî û azadîya keştîvanîyê kir.
Daxuyanîya Wezareta Derve, piştgirîya Sûrîyê bo Dewleta Îmaratê û redkirina wê ya tam ji armancgirtina keştîyên bazarganî û sazîyên girêdayî enerjîyê re, anî ziman.