Heseke-SANA
Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Hesekê Emîd Merwan El-Elî û Berdevkê Wezareta Hundir Nûredîn Baba, duh Sêşemê navenda ewlehîyê ya girêdayî HSDê li bajarê Qamişloyê li gundewarê bakurê Hesekê pişkinîn kirin, berî ku were wergirtin û hêzên Ewlehîya Hundirîn lê belav bibin.
Berdevkê Wezareta Hundir Nûredîn Baba di daxuyanîyekê de got: “Wezareta Hundir bi armanca belavbûna li hundirê bajêr û dabînkirina ewlehîyê, dest bi wergirtina avahîyên ewlehîyê li Qamişloyê ji HSDê kir. Ev yek di çarçoveya bicihanîna peymana ku di 18ê Çileya borî de di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de hatibû îmzekirin, pêk tê.”
Baba dîyar kir ku tiştê wî di dema radestkirinê de dît, atmosfereke pir erênî ji hemû alîyan nîşan dide û destnîşan kir ku pêwîstîya gelê Sûrîyê bi vê atmosferê heye.
Nûredîn Baba li dawîyê jî tekez kir ku Sûrîye bi keda hemû welatîyên xwe yên Ereb, Kurd û yên din tê avakirin, û hêvîya xwe anî ziman ku xalên mayî yên peymanê di dema dîyarkirî de bên bicihanîn, bi awayekî ku xêrê ji bo hemû Sûrîyan pêk bîne.