Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Koşka Gel li Şamê, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed El-Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî Husên El-Selame, Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkîyê Îbrahîm Kalin pêşwazî kir.
Di dema hevdîtinê de, pêşhateyên rewşa herêmê û rêyên xurtkirina hevkarî û hevahengîya di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin.



