Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala “El-Meşhed”ê:
- Niha navçe di qonaxeke hestyar re derbas dibe û guhertina rejîmê li Sûrîyê ji bo wê derfeteke pir erênî bû, û piranîya welatên herêmê sûd ji vê guhertinê wergirtine.
- Serok El-Şeri’: Hin alîyên Libnanî dîlên rabirdûyê mane û bi heman şêwazê berê difikirin, tevî ku Libnan rûbirûyî şerekî pir mezin dibe.
- Serok El-Şeri’: Qeyrana li Libnanê mezin e û di çareserîyên sîyasî de xetimînek heye. Sûrîye nêzîkatîyeke cuda ji bo çareserîyê pêşkêş dike, lê ya yekem û herî girîng rawestandina şer û bombebaranê ye.
- Serok El-Şeri’: Me dîtina xwe ya ji bo çareserîyê ligel Dewletên Yekbûyî pêşkêş kir, ku ew jî rawestandina şer û çareserkirina bandorên neyînî yên li ser Libnan û Sûrîyê ye, û her weha ku çareserîyên cuda yên aborî, sîyasî û civakî jî hebin.
Rawestandina tiştê ku vêga li Libnanê diqewime, hewcedarî çareserîyên afirîner e, ne yên kevneşopî ku dem di ser wan re derbas bûye - Serok Donald Trump nîgeranîya xwe ji ber tiştên ku li Libnanê diqewimin anî ziman û ew li rêyên rawestandina şerê li wir digere, her wiha wî behsa rola Sûrîyê di gera li çareserîyeke ewle û aram kir, lê belê daxuyanî bi şêweyekî şaş hat fêmkirin wekî ku Sûrîye dê sibe danê sibehê derbasî Libnanê bibe.
- Mirov dikare di çareserîya erênî de xwe bispêre Sûrîyê bi rêya nûkirina piştevanîya dewleta Libnanê, bihêzkirina sazîyên fermî û peydakirina girêdanan di navbera hêzên Libnanî de, Hizbullah jî di nav de; çimkî di çareserîyên parçekirî de pirsgirêkên mezin hene
Libnan herî zêde hewcedarî girtina biryaran û lêgerîna li çareserîyên stratejîk e, û ez bawer dikim ku derfeteke wê heye ku ji qeyranê derkeve, lê hewcedarîya wê bi hizrên nû û derbaskirina hizrên kevneşopî heye. - Em her roj destê xwe dirêjî Libnanê dikin. Rewşa Sûrîyê xwedî gelek amûran e ji bo bandoreke erênî di hundirê Libnanê de pêk bîne, lê ev yek berî her tiştî girêdayî lihevkirina Libnanîyan e. Ewlehî û aramîya Libnanê ji bo Sûrîyê girîng e; her arîşeyek li Libnanê bandorê li Sûrîyê dike û berevajîya wê jî rast e.
- Êdî dem hatiye ku navçe dawî li şer û pevçûnan bîne û ber bi geşepêdan û avakirinê ve here
- Bawerîya min bi dîyalogê heye, ji ber ku girtina dergehê wê tê wateya ku alternatîfa wê şer e; em dixwazin pirsgirêka Hizbullahê çareser bikin û Libnan li ser xwe bimîne, û em amade ne ku ligel her kesî rûnin.
Em hewla lêgerîna li çareserîyeke ewle dikin ku Libnanê rizgar bike, û lêgerîna li kanalên nû di rojên pêş de, û em tekez dikin ku rola Sûrîyê tê de erênî ye û li gorî berjewendîyên her du welatan e. - Em ne li hêlên leşkerî, lê li hêlên aborî di navbera Libnan û Sûrîyê de digerin. Ji alîyê dîrokî ve, Beyrût dergehê deryayî yê Şamê ye û Terablûs jî dergehê deryayî yê Himsê ye
- Sûrîye îro dest pê kiriye ku bibe girêka girêdana stratejîk di navbera Rojhilat û Rojava de, û peravên Deryaya Spî bûne xwedî girîngîyeke herî mezin di zincîrên dabînkirinê de.
- Divê têkilîya di navbera Sûrîye û Libnanê de ji xalên hevbeş dest pê bike, ne ji xalên nakokîyê. Her wisa pêwîst e Libnan mifayê ji Sûrîyê wergire
Em ligel rawestandina şer in li herêmê, û berdewamîya wî ne di berjewendîya kesî de ye. - Rêça Sûrîyê di geşepêdana aborî de zelal e û ev ji bo me bijardeyeke stratejîk e.
- Li gorî amaran, Sûrîye ber bi rêçeke rast ve diçe, tevî ku di qonaxa dermankirina birînan re derbas dibe, û em hêvî dikin ku em cihê bawerîya gelê xwe bin.
- Eger em bixwazin bikevin qada pevçûn an şer, têra xwe wêrekîya me heye ku em vê yekê bi eşkereyî bibêjin. Em tenê xêrê ji bo gelê Libnanê dixwazin û ji bo wan jîyaneke bextewar hêvî dikin. Rola Sûrîyê bi tevahî erênî ye û li gorî berjewendîyên Libnanî û Sûrî bi hev re tê dîyarkirin