Qahîre-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, bi Wezîrê Derve yê Misrî Dr. Bedir Ebdulatî re li Qahîreyê civîya.
Her du alîyan, di hevdîtinê de rêyên xurtkirina têkilîyên dualî yên navbera her du welatên bira, û berfirehkirina asoyên hevkarîyê di doz û dosyeyên xwedî berjewendîya hevbeş de gotûbêj kirin, her wiha pêşhate û geşedanên dawî yên qadên herêmî û navdewletî nirxandin.

