SANA – Antalya
Serok Ehmed El-Şeri` ji Ajansa Anadoluyê re ragihand ku, Tirkîye di nava 14 salan de piştgira şoreşa me bû û li kêleka gelê me yê bindest sekinî; di navbera me de peywendîyên dîrokî yên kevn û erdnîgarî hene.
Hevparîya Sûrî-Tirkî dibe bingehek ji bo gelek tiştan di paşeroja ewlehîya herêmê û tevahîya cîhanê de.
Sûrîye ji rewşa qeyranê veguherî derfeteke dîrokî ya pir mezin ber bi aramî, avakirin û nûjenkirinê ve.
Sûrîye wek korîdoreke ewle û rêyeke alternatîf ji bo dabînkirina enerjîyê û zincîreyên veguhastinê ye, nexasim di warê girêdana navbera Kendava Erebî û Tirkîyê de.
Îsraîl bi hovîtî rûbirûyî Sûrîyê bû û beşek ji xaka li kêleka Colana dagirkirî girt; me rêya dîplomasî û qanihkirina civaka navneteweyî ji bo alîkarîyê hilbijart da ku rewş ber bi xirabûnê ve neçe.
Îro binkeya bîyanî ya dawî ji bakurrojhilatê Sûrîyê derket, û proseyên yekbûnê di navbera “HSD” û dewleta Sûrîyê de pêk tên; ev destkefteke mezin e di berjewendîya Sûrîyê de.