Şam-SANA
Rêxistina “Bê Sînor” bi hevkarîya Encumena Sûrî-Amerîkî duh Yekşemê, paneleke gotubêjê bi sernavê “Jinên ji Şamê… Rehên Kurdî û peyama welatekî nayê dabeşkirin”, li nivîsgeha Encumena Sûrî-Amerîkî li Şamê li dar xist.
Panel armanc dike ku ronahîyê bide ser rola niştimanî û mirovî ya jina Kurd li Şamê, dûrî her gotareke çekdarî yan îdeolojîk, bi rengekî ku hebûna wê ya çalak di civaka Sûrîyê de di qonaxên cuda cuda de nîşan bide.
Panel bi tekezkirina li ser wê yekê bi dawî bû, ku dîyarkirina rola jina Kurd li Şamê wêneyê Sûrîya piralî û hevgirtî raber dike û piştrast dike ku girêdana niştimanî girêdana herî kûr e ku Sûrîyan tîne cem hev, çi qas rehên wan ên çandî cuda bin jî.





