Hesekê – SANA
Berdevkê tîma serokatîyê ya taybet bi şopandina cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn ligel “HSD”ê Ehmed El-Hîlalî ji SANAyê re got:
Duh me berê xwe da bajarê Qamişloyê, piştî wergirtina Koşka Dadê li Hesekê, lê em bi redkirina kesên di hundirê Koşka Dadê de şaş man ku avahîyê radest nakin û rê nadin dadweran ku vegerin ser karê xwe bêyî tu hinceteke yasayî. Ew ji dewama li Hesekê hatin qedexekirin, ku ev yek wekî rageşîyeke bêhincet tê dîtin û êşên xelkê zêdetir dike.
Tevî hewldanên hin kesayetên hiqûqî di nava “Rêveberîya Xweser” de ji bo kêmkirina astengan, lê ew hewldan negihîştin tu encaman, ji ber rijdîya alîyên din li ser paşxistina mijarê bo demeke nedîyar. Ev yek jî danîna nexşeyeke demî ya zelal di vê qonaxê de zehmet dike.
Em tekez dikin ku Wezareta Dadê sazîyeke serwerîyê ye û nayê qebûlkirin ku li derveyî çarçoveyeke yekgirtî li seranserî erdnîgarîya Sûrîyê kar bike. Pransîba “yek yasa, yek artêş, yek al û yek dewlet”ê bingeha sereke ya lihevkirî ye.
Em piştrast dikin ku tu alternatîf ji bo peymana Kanûna Dûyem nîne, ku radestkirina avahîyan ji bo hikûmetê û xebata ji bo tevlîkirina sazîyên “HSD”ê di nava dezgehên dewleta Sûrîyê de li xwe digire.