Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro Pêncşemê pêwendîyeke telefonî bi Şahê Urdunê Ebdulahê Duyem re encam da. Di vê pêwendîyê de pêşhatên herî dawî yên alozîyên li herêmê û bandora wan li ser ewlehî û aramîyê hatin gotûbêjkirin.
Her du alîyan tekezî li ser giringîya xurtkirina hevkarî û yekîtîya Erebî kirin û hişyarî dan ku berfirehbûna qada şer dê bibe sedema metirsîyên mezin li ser ewlehî û aramîya deverê. Her wisa, her du alîyan li hev kir ku hevrêzî û rawêjkarîya di navbera her du welatên bira de berdewam bin.