Doha – SANA
Koma QNB ya Qeterî wek yekemîn banka cîhanî, xizmetên qebûlkirina kartên dravdanê û çareserîyên dîjîtal ên navdewletî li Sûrîyê da destpêkirin. Ev pêngav li pey biryara Banka Navendî ya Sûrîyê ya ji bo nûjenkirina sektora darayî û pêşxistina dravdayînê ji bo piştgirîkirina aborîyê hat.
Ev xizmet bi hevahengîya ligel rêzikên navxweyî û navdewletî tê pêşkêşkirin. Cîgirê Yekem ê Serokê Cîbicîkar ê Xizmetên Bankî yên Kesane di komê de, Adil Elî El-Malikî, pabendbûna bi dabînkirina dravdaneke ewle tekez kir. Ev yek hevdem e ligel rêdana Banka Navendî ji sazîyên darayî re ku kar bi Visa û Mastercardê re bikin.
Ev çaksazîyên ku duh Duşemê bi biryareke fermî dest pê kirin, armanc dikin ku tevlîbûna dîjîtal xurt bikin û piştgirêdana bi pereyê neqdî kêm bikin. Her wiha hewl tê dayîn ku girêdana darayî ya navdewletî ji nû ve were vegerandin û dîjîtalkirina xizmetên bankî were berfirehkirin, da ku jîngeheke guncaw ji bo piştgirîkirina başbûna aborîya Sûrîyê were amadekirin.