Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’: Salvegera Şerê Rizgarkirinê Tekez Dike ku Sûrîyê Yek Dewlet e û Parçebûnê Qebûl Nake
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Nûçeya lezgîn:
Serok Ehmed El-Şeri’ û Hejmarek Wezîr bi Boneya Bîranîna Rizgarîyê Beşdarî Pêşangeha Leşkerî ya li Otobana Mezê Dibin
Serok Ehmed El-Şeriʼ di Salvegera Yekem a Rizgarkirina Sûriyê de Nimêja Sibehê li Mizgefta Emewî ya Mezin li Şamê Dike
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Serok El-Şeri’: Salvegera Şerê Rizgarkirinê Tekez Dike ku Sûrîyê Yek Dewlet e û Parçebûnê Qebûl Nake

Serok El-Şeri’: Salvegera Şerê Rizgarkirinê Tekez Dike ku Sûrîyê Yek Dewlet e û Parçebûnê Qebûl Nake

2 weeks ago

Lazqîye – SANA

Serokê Komarê Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku bîranîna destpêkirina şerê rizgarkirina Sûrîyê ku îro salvegera wê ye, qonaxeke dîrokî ye û ji alîyê piranîya Sûrîyan ve rastî pêşwazîyeke berfireh hatiye, tevî ku beşek ji encamên wê bi bandor bûye û hinekên din jî pêwîstîya wê di çarçoveya parastina yekîtîya welêt û ewlehîya wî de fêm kirine. Serok amaje bi wê yekê kir ku dewlet dizane ku ew dê rûbirûyî gelek nerazîbûn û keleman bibe.

Serok El- Şeri’ di pêwendîyeke telefonî de, di dema civîna Parêzgarê Lazqîyê ligel rîspî û komîteyên taxan ji bo bihêzkirina aştîya navxweyî de got: “Di nava du rojên borî de, me gelek daxwazên gel ên rewa dîtin, lê hinek ji wan sîyasîkirî bûn eger em tiştan bi navên wan bi nav bikin. Dewlet piştrast dike ku ew bi temamî amade ye guhdarîyê li daxwazên cuda bike û bi ciddî gengeşe bike.”

Perava Sûrîyeyê Yek ji Karên Niştimanî yên Herî li Pêş e

Serok El-Şeri’ dîyar kir ku “Perava Sûrîyeyê di qonaxa niha de yek ji pêşengîyên herî girîng ên karê niştimanî ye, ev jî ji ber cihê wê yê girîng li ser korîdorên bazirganîya navdewletî û rola wê di bihêzkirina pêwendîya aborî di navbera Sûrîye û welatên herêmê de.”

Her wisa bal kişand ser wê yekê ku “Perava Sûrîyê xwedî wan hemû hêmanan e ku hevgirtina civaka Sûrîyeyê nîşan didin û hêza yekîtîya niştimanî tekez dikin. Her wiha cihêrengîya civakî û mezhebî li wê derê dewlemendîyek e ji bo dewleta Sûrîyeyê, ne mijara nîqaş an gengeşeyê ye.”

Serok El-Şeri’ dîyar kir ku “Pêşnîyarên girêdayî cudabûn an federalîzmê, pir caran encama xwendinên teng an kêmbûna zanyarîyên sîyasî ne, ji ber ku tewra li dewletên federal jî navendîbûneke bihêz di sazîyên serwerî de heye, wekî parastin, ewlehî, karên derve û aborî, û ev sazî nayên perçekirin.” Serok gotina xwe domand û got: “Erdnîgarîya Sûrîyê bi hev ve girêdayî ye û temamkera hev e, zehmet e ku parçeyek jê ji yê din were veqetandin. Nabe ku perav xwedî desthilateke serbixwe û qutbûyî be ji herêmên din, ji ber ku çavkanîyên wê rasterast bi herêma rojhilat ve girêdayî ne û berovajî wê jî rast e. Her wiha Sûrîye bêyî dergehekî deryayî beşeke bingehîn ji hêza xwe ya stratejîk û aborî winda dike.”

Serok El-Şeri’ tekez kir ku “Tevakarîya di navbera herêmên cuda yên Sûrîyê de, çi aborî û çi civakî, piştrast dike ku bangên dabeşkirin an veqetandinê radeyekê ji nezanîya sîyasî û nehaydarîya ji rastîya dewletê nîşan didin. Tewra têgeha federalîzmê jî, ku hinek pêşnîyar dikin, di eslê xwe de ji çarçoveya rêveberîya xwecihî ku li Sûrîyê tê pêrewkirin ne cuda ye, bi taybetî Qanûna Hejmar 107 ku berî zêdetirî 10 salan derketiye û bi awayekî rastîn gelek têgehên îro têne pêşnîyarkirin li xwe digire.”

Serok El-Şeri’ got: “Em sermayeya hev in û her pêkhateyek ku qels bibe dê rûbirûyî pirsgirêk û metirsîyan bibe.”

Sûrîyê Tevî Astengîyan Destkeftên Berbiçav Bi Dest Xistin

Serok El-Şeri’ amaje bi wê yekê kir ku “Sûrîyeyê di sala borî de û ji dema gihîştina me bo Şamê, gavên girîng avêtin û destkeftên berbiçav li ser astên cuda bi dest xistin”, tevî giranîya zehmetîyên zêdetirî 60 salan û cezayên aborî, zext û encamên navxweyî û derveyî yên pê re, ligel qanûnên aborî yên kevnar û pergalên îdarî yên ku neyînîbûna xwe bi salan îsbat kirine.

Her wisa got jî: “Em îro li pêşberî qonaxeke dîrokî ne ku ji kêlîya destpêkirina şer di wekî vê rojê de sala borî dest pê kir. Ev qonaxeke çarenûsî ye ku ne tenê Sûrîyê, lê belê bandora wê hemû herêmê digire nav xwe. Di van şert û mercan de, çavên cîhanê li Sûrîyê ne û li benda destpêkeke nû ne ku hevsengî û aramîyê vegerîne.”

Serok Ehmed El-Şeri’ berdewam kir: “Pêwîst e em bi aqilekî stratejîk bifikirin, armancên demdirêj deynin û dev ji nêrînên teng berdin ku dewletan ava nakin û aramîyê misoger nakin. Gelek tecrûbeyan li welatên ku şerên navxweyî dîtine îsbat kirin ku hewldanên parvekirina desthilatê her gav nabe sedema çareserîyan, lê dibe ku bi dehan salan daliqandî bimîne û rewş xerabtir bibe.”

Ti Alternatîf ji Projeya Niştimanî ya Berfireh re Nîne

Her wiha got: “Di vê qonaxa dîrokî de, her takekesek di civakê de parçeyek ji çêkirina dîrokê ye û hêmanekî çalak e tê de. Ji ber vê yekê, kes nikare xwe bide alî yan bawer bike ku xeyalên şexsî yan hewldana kontrolkirina erdnîgarîyeke taybet, dikare bibe alternatîfek ji projeya niştimanî ya berfireh re.”

Serok El-Şeri’ dîyar kir ku “Zehmetîyên ku rewşa Sûrîyeyê rûbirûyî wan dibe aloz in û pêwîstîya wan bi radeyeke mezin ji hişyarî û berpirsyarîyê heye ji bo bidestxistina armanca herî girîng, ku ew jî Sûrîyeke yekgirtî û aram e. Lê li ser asta aborî, tirsên cewherî nînin, lê em hewceyî demê ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî.”

Serok El-Şeri’ amaje pê kir ku em îro di qonaxa bê de li pêşberî du erkên bingehîn in: Parastina welat ji metirsîyên navxweyî û derveyî, û geşepêdana aborî. Dîyar jî kir ku pir caran zehmetî ewqas mezin û zextker in ku nayên rûbirûkirin, bi taybetî di qonaxên piştî serkeftina şoreşan an bidawîbûna pevçûnan, ku dewlet dikevin qonaxeke hesas û xeternak ku wekî “gerava piştî şer û têkçûnê” tê nasîn. Pir caran ev qonax hewceyî salên dirêj in ji bo derbaskirina şopên wan û pêdivîya wan bi hêmanên nû û şertên alîkar heye, digel hebûna tirsa hertimî ji egera vegera pevçûnan, lê Sûrîyê karîbû vê qonaxê derbas bike.

Serok El-Şeri’ tekez kir ku “Pêvajoya avakirinê demê dixwaze; aramî û mezinbûna xwezayî ya dewletan bi gelemperî hêdî hêdî û berhevkirî ye, lê gavên ji nişka ve pir caran dibin sedema pirsgirêkan an têgihiştinên ne rast çêdikin. Ji ber vê yekê, tenê avakirina rast ew e ku bingehên saxlem ava dike. Dewlet îro bi biryar e ku di pênc salên bê de pergaleke qanûn û rêzikên nû deyne, da ku rê bide avakirina stûnên dewleteke bihêz. Em hewl nadin ku rûmetên şexsî ji bo kesekî çêkin; em qonaxên wiha jîyan ku em di dilê metirsîyê de bûn û desthilat ne ew tişt bû ku bala me dikişand, lê pêşengî her tim ji bo avakirina tiştekî bû ku xizmeta Sûrîye, realîteya wê û paşeroja wê bike.”

Yekîtîya Niştimanî Stûnekî Bingehîn e ku Nayê Pașguhkirin

Wî bal kişand ser wê yekê ku yekîtîya niştimanî stûnekî bingehîn e ku nayê îhmalkirin, û Sûrîyê di demên dawî de piştgirîyeke berfireh ji alîyê dewlet û gelên ku ji Sûrîyê hez dikin dît, ku bo cara yekem hestên gelan ligel helwestên desthilatdarên wan derbarê doza me de digihîjin hev.

Serok El-Şeri’ got: “Fikirîna bi armancên stratejîk ên demdirêj pêwîstîyeke lezgîn e di vê qonaxê de. Ez bi temamî agahdar im ji qebareya zehmetîyên xizmetguzarîyê yên ku welatî rûbirûyî wan dibin, çi di warê elektrîkê de, çi enerjî yan xizmetên din, û em kar dikin ku wan hêdî hêdî baştir bikin. Welat nikare li ser çareserîyeke yekalî bisekine; belkû pêwîst e ku li ser çend rêyan di heman demê de kar were kirin. Nayê qebûlkirin ku ev dîmenê dîrokî yê girîng tenê bi balkişandina li ser pirsgirêkan were biçûkkirin, di demekê de ku çavên cîhanê li Sûrîyê ne, da ku em vegerin û derîyê fitneyê ji nû ve vekin.”

Qanûneke Tenê Sûrîyan Dicivîne û Hemûyan Diparêze

Serok El-Şeri’ lê zêde kir: “Em wekî Sûrî, qanûneke tenê me dicivîne ku hemûyan diparêze. Em kar dikin ji bo parastina prensîba hevkarîyê û berfirehkirina beşdarîya pêkhateyên cuda di avakirina dewletê de. Me bi awayekî teqez her şêweyekî parvekirina desthilatê (muhasase) yan dabeşbûna desthilatdarî di nava sazîyên dewletê û wezaretan de red kir; em hemû şirîk in û hemû di berpirsyarîyê de eleqedar in.”

Serok Şeri’ behsa tecrûbeya Îdlibê kir ku nêzîkî 5 milyon kes lê dijîyan û hejmareke mezin ji sazîyan li xwe digirt û got: “Veqetandin li me hat pêşnîyarkirin, lê me bi awayekî teqez red kir ku Sûrîye ne dewleteke yekgirtî be. Em di şert û mercên pir dijwar de dijîyan, ji bombebaran, wêranî û koçberîyê, û piranîya xelkê li kampan bûn, tevî vê yekê jî me karîbû modeleke aborî û xizmetguzarîyê ya pêşketî pêşkêş bikin.”

Serok berdewam kir û got: “Îro, li ser asta tevahîya Sûrîyeyê, îmkan mezintir in û şert û merc baştir in, ku rê didin me em jîyaneke birûmet û aram bijîn. Her pêşnîyareke teng ku armanca wê xizmeta berjewendîyên şexsî be, rastîya Sûrîyan raber nake, ji ber ku şîyana me ya jîyana bi hev re esas e, û ev ew rastî ye ku tecrûbeyê piştrast kiriye.”

Li dawîyê jî, Serok Şeri’ bang kir ku dawî li rewşa dabeşbûnê were anîn û got: “Dem hatiye ku em dawî li rewşa dabeşbûnê bînin ku zêdetirî şêst salî ne di dilê Sûrîyan de hatiye çandin. Em niha bêtir têgihiştî, hevgirtî û xwedî şîyan in ku Sûrîyê bi hev re ava bikin. Em pişta xwe didin wê hişyarîya mezin a ku Sûrîyan, çi li welat an li derve, heye û hezkirina wan a kûr ji welatê wan re, da ku Sûrîyeke bihêztir ava bikin û wê li hember hemû hewldanên dabeşkirinê biparêzin.”

Wezareta Derve: Serdana Serok El-Şeri’ bo Koşka Spî Rûpeleke Nû di Têkilîyên Sûrî-Amerîkî de Vedike
Serok El-Şeri’: Deynekî Sûrîyan ji Hemayê re heye û erkê me ye ku em bi hezkirin û biratî bidin
Serok El-Şeri’: Şerê Rejîma Rûxîyayî Qedîya, Şerê Avakirin û Kar Dest Pê Kir
Serok El Şera li Dewhayê bi Prensê Cîgirserokê Siûdiyê re hevdîtin kir
Serok El-Şeri’ di Roja Yekem a Karên Foruma Dohayê ya 2025an de bi Mîrê Qeterê re Dicive
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ehmed El-Şeri’Parêzgarê LazqîyeyêSerok El-Şeri’Serokê Komara Erebî ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

4

Pîrozbahiyên Cejna Serkeftinê li bajarê Efrînê berdewama

6 hours ago
5

Hêzên ewlehiyê gula belav dikin li zarokên ku beşdariya şahiyê dibin li Efrînê

7 hours ago

Bi Hezaran Xelk li Qada Umewîyan li Navenda Şamê bi Bîranîna Yekemîn a Rizgarkirina Sûrîyê Kom Dibin

7 hours ago
4

Berdewamîya Ahengan li Qada Umewîyan li Bajarê Şamê bi Boneya Bîranîna Yêkemîn a Rizgarkirina Sûrîyê

7 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?