Şam-SANA
Komeleya El-Wîam a Sûrî ya ji bo Jinên Nabîna, bi hevkarîya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar, 35 jinên nabîna yên ku ji Zanîngeha Şamê ji beşên cihêreng derçûne û her wiha yên ku bawernameya dibistana bilind bi dest xistine, xelat kirin, ev xelatkirin di çarçoveya ahenga “Meşaʼil El-Emel” an jî ʺXetîrên Hêvîyêʺ de ku li Navenda Çandê ya taxa El-Edewî li Şamê hat lidarxistin, pêk hat.
Di ahengê de kurteçîrokên serkeftinê û pêşandanên hunerî, her wiha vîdyoyek li ser çalakîyên komeleyê û pêşangehek ji karên destan ên jinên nabîna hatin pêşkêşkirin.
Seroka Desteya Rêvebir Meysa El-Seqqa dîyar kir ku ev xelatkirin wek bilindnirxandinê ji hewildanên dûr û dirêj ên van jinan re ye ku li dijî astengîyên xwe li ber xwe dane û di qada zanistî de serkeftinên mezin bi dest xistine, û armanc jê ew e piştgirîya wan were kirin da ku di afirandina xwe de berdewam bin.
Berpirsên komeleyê tekez kirin ku bernameyên wan giranîyê didin ser perwerdekirin, bihêzkirina pîşeyî û dabînkirina çavkanîyên dahatê, bi rêya karên destan û firotina berheman. Beşdaran jî tekezî li ser wê yekê kirin ku astengî nabe rêgir li pêşîya vînê, û her weha vîyan û serkeftin mafê her kesî ye.






