Heleb- SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê îro sibehê ji nû ve dest bi operasyonên derxistina sivîlan li çend taxên bajarê Helebê kirin.
Berevanîya Sivîl li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand: “Hin taxên bajêr rastî topbaran û gurkirineke berdewam ji alîyê rêxistina HSDê ve tên, ku ev yek jîyana sivîlan û silametîya wan dixe metirsîyê.”
Her wiha lê zêde kir: “Tîm sivîlên ku ji taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye û Benî Zêdê tên di ser her du xalên El-Ewarid û Kolana El-Zuhûrê re vediguhêzin, da ku malbat di ewlehîyê de bin.”
Desteya Operasyonan qedexeya derketina derve ji saet 01:30ê nîvro ve û heta demeke nedîyar li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye û Benî Zêdê li Helebê ragihand, û destpêkirina operasyonên armancgirtina hûrbîn û xurt li dijî baregehên rêxistina HSDê li van taxan dîyar kir.