Şam-SANA
Wezîrê Navxweyî Enes Xetab, ligel şandeyeke balyozxaneya Yemenê li Şamê bi serokatîya karbidestêkarûbarên Yemenê wek şûngir, Dr. Mihemed Izî Be’ker, pêşxistina pêwendîyên dualî, çalakkirina peymanên ewlehîyê yên di navbera her du welatan de, û xurtkirina hevkarî û hevrêzîyê di civînên navneteweyî de, her wiha çalakkirina torên pevguhertina agahîyên taybet bi girtî û binçavkirîyan, gotûbêj kirin.
Wezareta Navxweyî, îro Duşemê, dîyar kir ku gotûbêjan giringî da nirxandina şert û mercên çûnûhatina welatîyan bi rêya dergehên rêwîtîyê, ligel dîtina çareserîyên pratîkî ji bo pirsên ewlehîyê yên bi awayekî rasterast têkildarî jîyana welatîyên her du welatên bira ne.
Di civînê de Alîkarê Wezîrê Navxweyî ji bo Karûbarên Ewlehîyê Emîd Mulhem El-Şentût, Rêveberê Îdareya Koçberî û Pasaportan Emîd Usman Hîlal, û Rêveberê Îdareya Hevkarîya Navneteweyî Eqîd Ebdilrehîm Cibare, amade bûn.




