Laziqîyê-SANA
Bi rênimayîyên rasterast ji Wezîrê Hundir Enes Xetab, komîteya lêkolînê bi serokatîya Lîwa Ehmed Letûf îro Duşemê li parêzgeha Laziqîyê dest bi erkên xwe kir, da ku li ser hemû hûrgilîyên mirina Mihemed Ximêre raweste û rastîyê bi hemû hûrbînî û zelalîyê eşkere bike.
Berdevkê Wezareta Hundir Nûredîn El-Baba di daxuyanîyekê de eşkere kir ku Wezareta Hundir li hemberê xwîna welatîyan û mafên wan ti nermîyê nîşan nade û dê tundtirîn rêkarên yasayî li dijî her kesê ku beşdarbûna wî di her binpêkirin an xemsarîyê de were peyitandinn bên wergirtin, ku di çi pileyê de be.
Her wiha da zanîn ku dê nehêlin kes ji lêpirsînê bifilite, wekî piştrastkirina li ser mafê malbata Mihemed Ximêre di zanîna rastîyê de û ji bo çespandina serwerîya yasayê.
Xetab sersaxîyên xwe yên ji dil pêşkêşî malbat û xizmên Ximêre kir û dûpat kir ku her binpêkirin an derbasbûnek ji alîyê endamên Wezareta Hundir ve dê bi tundî di çarçoveya yasa û rêkarên heyî de werin meşandin.
Wî destnîşan kir ku her kesê sûcdar dê cezayê xwe yê dadmend wergire piştî ku lêkolîn bi dawî bibin.