Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Ji Destpêşxerîyeke Sûrî bo Biryareke Navneteweyî.. Rêça Roja Rêzgirtina li Jinên ku li Kesên Winda Digerin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > ​Ji Destpêşxerîyeke Sûrî bo Biryareke Navneteweyî.. Rêça Roja Rêzgirtina li Jinên ku li Kesên Winda Digerin

​Ji Destpêşxerîyeke Sûrî bo Biryareke Navneteweyî.. Rêça Roja Rêzgirtina li Jinên ku li Kesên Winda Digerin

Hat weşandin: 2026/09/04 12:20 AM
Hat nûkirin: 2026/09/04 12:20 AM

​Şam-SANA

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 31ê Tebaxa 2026an de projebiryara Sûrîyê ya ji bo ragihandina 19ê Kanûnê wekî “Roja Navdewletî ya Rêzgirtina li Jinên ku li Windayan Digerin” bi yek dengî pejirand. Ev gav encama destpêşxeriya malbatên windayan û xebata dîplomasîya Sûrîyê ya li Neteweyên Yekbûyî ye.

​Ji nava Êş û Azaran.. Destpêşxerîya Sûrî Çawa Dest Pê Kir?

​Li pişt vê biryara navneteweyî, dosyeyeke mirovî heye ku șûnine kûr li ser bi hezaran malbatên Sûrî hiştine. Jinan; dayik, hevjîn, xwişk û keçan, pişka mezin ji barê lêgerîna li kesên winda, parastina bîranîna wan û daxwaza zanîna çarenûsa wan hilgirt ser milên xwe, ku vê yekê paşê cewherê destpêşxerîya Sûrî pêk anî.

​Di 29ê Hezîrana 2023yan de, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li gorî biryara 77/301ê, Sazîya Navdewletî ya Serbixwe ya Têkildarî Kesên Winda yên li Sûrîyê damezirand, armanc jê ew bû ku   çarenûsa kesên winda ronî bike û cihê wan were nasîn, her wiha piştevanîya qurbanî, rizgarbûyî û malbatên kesên winda bike.

​Ligel rizgarkirina Sûrîyê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, ev dosya derbasî nêzîkatîyeke niştimanî ya nû bû bi rêya damezirandina Desteya Niştimanî ya Kesên Winda, ya ku xebata lêgerîna li kesên winda, eşkerekirina çarenûsa wan û piştgirîkirina malbatên wan girt ser milê xwe.

​Li ser bingehê vê ezmûnê, Desteya Niştimanî ya Kesên Winda destpêşxerîya terxankirina rojeke navdewletî ji bo wan jinên ku lêgerîna li kesûkarên xwe domandine pêşnîyar kir, berî ku dîplomasîya Sûrî wê bigihîne Neteweyên Yekbûyî.

​Ji Şamê Heta New Yorkê.. Rêya ber bi Qada Navdewletî ve

​Destpêşxerî, ne tenê bi destên sazîyên fermî hatiye dariştin; Wezareta Derve û Koçberan dîyar kir ku projebiryar berhema xebateke hevbeş bû di navbera wê û Desteya Niştimanî ya Kesên Winda de, û xwe spart beşdarîyên rasterast ên ku ji alîyê komên malbatên windayan ve di dema hevdîtinên şêwirmendîyê de hatibûn pêşkêşkirin.

​Di 22yê Tîrmeha 2026an de, Encumena Ewlehîyê civînek bi şêwazê “Arria”yê derbarê dadwerîya veguhêz û kesên li Sûrîyê winda bûne li dar xist, bi beşdarîya Serokê Desteya Niştimanî ya Kesên Winda Mihemed Rida Celxî, Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî û berpirsên navneteweyî.

​Di civînê de, Celxî bang li dewletên endam kir ku piştgirîya pêvajoyekê di nav Neteweyên Yekbûyî de bikin ji bo pejirandina rojeke navdewletî ji bo jinên malbatên kesên winda, wek rêzlêgirtinekê ji bo berxwedana wan, û ji bo piştrastkirina ku piştgirîya wan parçeyek ji mafê malbatan e di dîtina rastîyê û avakirina aştîya domdar de.

​Ji Xwedîyên Ezmûnê.. Jinan Çawa Beşdarî di Pêşxistina Destpêşxerîyê de Kir?

​Piştî pêşkêşkirina înîsîyatîfê di qada navdewletî de, ew derbasî qonaxa şêwirmendîya rasterast bi xwedîyên ezmûnê re bû.

​Di 27ê Tîrmehê de, Celxî û Ulebî di rûniştineke dîyalogê de ku ji bo guhdarîkirina li ezmûn û nêrînên wan derbarê destpêşxerîyê de hatibû veqetandin, bi hejmarek jinên malbatên kesên windabûyî û yên bi zorê hatine windakirin re civîyan; desteyê da zanîn ku armanca civînê pêşxistina destpêşxerîyê bû li ser bingehê dîtina malbatan, pêdivîyên jinan û rola wan di parastina bîrdankê û parastina mafê wan ê zanîna çarenûsa kesûkarên wan de.

​Ji Rêzgirtinê ber bi Mafan ve.. Biryara Navdewletî Çi Li Xwe Digire?

​Pejirandina biryarê di 31ê Tebaxê de, destpêşxerî ji çarçoveya wê ya Sûrî ber bi naskirineke navdewletî ve bir, ji ber ku 19ê Kanûna Pêşîn wekî Roja Navdewletî ya Rêzgirtina li Jinên ku li Kesên Winda Digerin hate ragihandin.

​Ulebî: Biryareke ku Dozê di Bîra Navdewletî de Diparêze

​Di rûniştina Komeleya Giştî de, Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî biryar xiste çarçoveya wê ya mirovî, û piştrast kir ku pejirandina wê kesekî windayî li malbata wî venagerîne û salên êş û bendewarîyê jê nabe, lê tekoşîna jinan û çîrokên kesûkarên wan di bîra navdewletî de zindî dihêle.

​Ji Naskirina Navneteweyî ber bi Karê Meydanî ve.. Bernameya “Eser” Mînak e

​Rêça Neteweyên Yekbûyî ligel gaveke kiryarî ya li navxweyî welat hemwext bû; Desteya Niştimanî ya Kesên Winda di 30ê Tebaxê de Bernameya Niştimanî ya “Eser” ji bo agahdarkirina li ser kesên windabûyî û yên bi zorê hatine windakirin bi rêya sepan û malpereke elektronîk da destpêkirin, ku derfetê dide malbatan agahîyan tomar bikin û gilîyên xwe pêşkêş bikin, hevdem ligel karê li ser cihên gorên komî û piştgirîkirina malbatan.

​Ji Destpêşxerîya Sûrî ber bi Naskirina Navdewletî ve

​Wezareta Derve û Koçberan pêşwazî li pejirandina biryarê kir, û da zanîn ku ev biryar rêzlêgirtinekê ji bo tekoşîna wan jinan nîşan dide yên ku barê lêgerîna li kesûkarên xwe hilgirtin û dest ji mafê xwe yê naskirina rastîyê, pêkanîna dadperwerîyê û garantîkirina dubarenebûnê bernedan; her wiha wezaretê ev biryar wek qonaxekê di rêça dîplomasîya nû ya Sûrîyê de dît.

Yekîtîya Ewropayê: Tevlîbûna HSDê di nav Sazîyên Dewleta Sûrîyê de Yekîtîya Niştimanî Xurt Dike
Ulebî Daxuyanîyên Îsraîlê Şermezar Dike û Pabendbûna Sûrîyê bi Mafên wê Tekez Dike
Serok El-Şara’: Bi saya îrade, plansazî, perwerdehiya leşkerî û piştgiriya sazî û sivîlan serkeftin pêk hat.
Wezareta Derve: Wezîr El-Şeybanî Diçe Brîtanyayê ji bo Pêkanîna Hevdîtinan
Hêzên dagirkerê Îsraîl 4 welatiyan di gundewarê Quneytrayê de digire
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Jinên ku li Kesên Winda DigerinKomeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Wêne ji ​Arşîvê ye

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?