Broksel-SANA
Berdevkê Yekîtîya Ewropayê bo Karûbarên Derve û Sîyaseta Ewlehîyê Enwer El-ʼEnûnî, piştrast kir ku tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk di nav sazî û hêzên niştimanî yên Sûrîyê de, beşdarîyê di xurtkirina yekîtîya niştimanî de dike.
El-ʼEnûnî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev tevlîbûn, ligel hebûna nûnertîya sîyasî ya Kurdan û misogerkirina mafên wan wekî tevahîya welatîyên Sûrîyê, dê beşdarîyê di piştgirîya aştî û aramîya civakî de bike.
Her weha tekez kir ku Yekîtîya Ewropayê dê di piştgirîya Sûrîyê de û hewldanên wê yên ji bo pêkanîna aramyê û parastina mafên hemû Sûrîyan bêyî tu cudahîyê, berdewam be.