Şam – SANA
Di pêngavekê de ku destpêka qonaxeke nû ya têkilîyên Sûrî-Ewropî radigihîne, Wezîrê Derve yê Danîmarkayê, Lars Lokke Rasmussen, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûrîyê, Esʼed Hesen El-Şeybanî, piştî girtina 14 salan balyozxaneya welatê xwe li Şamê ji nû ve vekir.
Wezîr El-Şeybanî tekez kir ku ev pêngav nîşana pêşketina bilez di têkilîyên Sûrîyê bi Yekîtîya Ewropayê re ye, û bang li welatên Ewropayê kir ku veberhênanê li Sûrîyê bikin û beşdarî qonaxa aştî û jinûveavakirinê bibin, û bal kişand ser wê yekê ku Sûrîye dixwaze bibe nimûneyek ji bo welatên ku nû ji şer û alozîyan derketine.

Ji alîyê xwe ve, Rasmussen ragihand ku wan 76 mîlyon dolarên dîtir ji bo piştgirîya proseên başbûnê, aramî û vegea koçberan terxan kirine. Her wiha dîyar kir ku nêzîkî hezar welatîyên Sûrî bi dilxwazî ji Danîmarkayê vegerîyane û ezmûn û pisporîyên wan dê beşdarîyê di avakirina welatê wan de bikin. Rasmussen anî ziman ku welatê wî dixwaze bazirganîya bi Sûrîyê re, her wiha veberhênan û dîyaloga sîyasî pê re xurt bike, û planên xwe yên ji bo erkdarkirina hejmarek zêdetir ji dîplomatan, eşkere kirin.

Di heman çarçoveyê de, Rêvebera Îdareya Karûbarên Ewropî di Wezareta Derve ya Sûrîyê de, Salî Şûbet, dîyar kir ku ev bûyer danasîneke nû ya têkilîyên hevbeş e, û tekez kir ku pêşîne niha aktîfkirina balyozxaneyên Sûrîyê û nûnertîya Ewropî ye. Her wiha Karbidestê Şandeya Yekîtîya Ewropayê, Michael Ohnmacht, tekez kir ku erkdarkirina balyozê Danîmarkayê, nîşana guhdana hemû welatên Yekîtîya Ewropayê bi paşeroja Sûrîya nû ye.

