Qahîre-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, bi beşdarîya Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Dr. Nîdal El-Şear, li Qahîreyê ligel Wezîrê Derve yê Misrê Dr. Bedir Ebdulatî û Wezîrê Pîşesazîyê Xalid El-Haşim gotûbêjên berfireh encam dan.
Di gotûbêjan de rêyên xurtkirina hevkarîya dualî ya navbera her du welatan di warên aborî û bazirganîyê de hatin nirxandin, her wiha mijarên ewlehîya herêmî hatin gengeşekirin, bi awayekî ku beşdarîyê di çespandina têkilîyên biratîyê yên di navbera Sûrîye û Misrê de bike.



