Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî pêşwazî li biryara Yekîtîya Ewropayê (YE) kir a derbarê rakirina cezayan ji ser hejmarek sazîyên hikûmetê yên Sûrîyê, di nav de wezaretên Navxwe û Parastinê.
El-Şeybanî di postekê de li ser platforma (X)ê got: “Em li benda xurtkirina hevkarîya ligel hevkarên xwe yên YEyê ne, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên gelê me bike û li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendîyên hevbeş be, ligel piştgirîya rêça jinûveavakirinê.”
Di heman demê de, El-Şeybanî pêzanîna xwe anî ziman ji bo nûkirina cezayên li ser sembolên rejîma berê û kesên ku destê wan di sûcên li dijî gelê Sûrîyê de heye.