Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî ligel Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Claudio Cordone civîya.
Di hevdîtina ku îro Yekşemê li Şamê hat lidarxistin de, hêlên kar û xebatên hevbeş di navbera Sûrîye û NY de hatin nirxandin, di nav de piştgirîya hewldanên başbûnê û alîyên curbicur ên hevkarîyê di mijarên ku her du alî pê re têkildar in.
Her du alîyan giringîya berdewamîya hevahengî û hevkarîyê tekez kir, bi awayekî ku piştgirîya aramîyê bike û rêzê li serwerîya Sûrîyê û yekparçebûna axa wê bigire.

