Şam-SANA
Sûrîyê bi tundtirîn şêwe armancgirtina droneke ser bi hêzên dagirkerîya Îsraîlê ve bo otomobîleke sivîl li ser rêya Mezre’a Beyt Cinê – gundê Beyt Cinê li rojavayê gundewarê Şamê, ku di encamê de çend sivîl birîndar bûn, şermezar kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyeke xwe de îro Şemîyê pistrast kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serwerîya Komara Erebî ya Sûrîyê û yekparçeyîya axa wê ye. Her wisa binpêkirineke eşkere ya qanûna navdewletî ye ku di çarçoveya êrîşên dubare yên Îsraîlê yên li ser xaka Sûrîyê tê.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de got: “Komara Erebî ya Sûrîyê berpirsyarîya tam a encamên van êrîşên dubare dixe stûyê dagirkerîya Îsraîlê, tekez jî dike ku berdewamîya wan dê alozî û nearamîya li herêmê zêde bike û gefê li ewlehî û silametîya sivîlan bixwe.”
Wezaretê daxwaz ji civaka navdewletî û Encumena Ewlehîyê kir ku berpirsyarîyên xwe yên qanûnî û sîyasî hilgirin, û ji bo rawestandina van êrîşan û danîna sînorekî ji bo binpêkirinên dubare yên Îsraîlê li hemberî serwerîya Sûrîyê, tev bigerin.