Şam-SANA
Serokê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Ehmed Rewad Remedan, ligel karbidestê Balyozxaneya Misrê li Sûrîyê Mihemed El-Fiqî, derfetên bihêzkirina hevkarîya aborî û veberhênanê yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Desteyê îro Yekşemê, bi rêya kenala xwe ya Telegramê, ragihand ku di hevdîtina ku li navenda Desteyê ya li Şamê hat pêkanîn, derfetên veberhênanê yên berdest û rêyên pêşvebirina hevkarîya hevbeş hatin nirxandin, bi awayekî ku pevguhartina aborî xurttir bike, veberhênanê di navbera Sûrîye û Misrê de geş bike û têkeve xizmeta berjewendîyên hevbeş yên her du welatan.
Serokê Beşê Misirê û Komkara Welatên Ereb li Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê Dr. Amir El-Mistefa jî di civînê de amade bû.