Hims-SANA
Hejmara giştî ya rêwîyên hatî û çûyî bi rêya dergehê sînorî yê Cûsîye yê bi Libnanê re, ji destpêka îsal ve gihîşt derdora 625 hezar rêwîyan.
Desteya Giştî ya Gumrik û Dergehan di kanala xwe ya Telegramê de duh Duşemê dîyar kir ku dergeh di heman heyamê de pêşwazîya nêzîkî 150 hezar welatîyên Sûrî kiriye ku bi daxwaza xwe vegerîyane welatê xwe.
Ev yek di çarçoveya rêkarên rêxistinî yên hêsan û xizmetên berdewam de hat kirin ku kadroyên dergeh pêşkêş dikin ji bo dabînkirina lezgînîya temamkirina karûbaran û hêsankirina tevgera derbasbûnê.
Desteyê eşkere kir ku dergehê sînorî yê Cûsîye ji destpêka îsal ve tevgereke çalak a derbasbûnê tomar kiriye, ku kadroyên pispor ji bo hêsankirina rêkarên derbasbûna rêwîyan û pêşkêşkirina piştgirî û xizmetên pêwîst xebitîn, da ku pêşwazîya wan bi şêweyekî rêkxistî û ewle were kirin.