New York-SANA
Şandeya Sûrîyê ya Daîmî li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, bi hevkarîya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Têkoşîna Li Dijî Terorê û Yekîtîya Ewropayê, çalakîyeke ku yekem car e, bi navê “Ji Gefeke Mîratgirtî ber bi Ferandarîyeke Neteweyî: Rêbaza Sûrîya Nû ya Şerê Li Dijî Rêxistina DAIŞê” li navenda Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê li dar xist.
Serokê Ajansa Istixbarata Giştî Hisên El-Selame, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Têkoşîna Li Dijî Terorê, û Nûnerê Taybet ê Yekîtîya Ewropayê ji bo Têkoşîna Li Dijî Terorê beşdarî çalakîyê bûn, ligel beşdarîyeke berfireh a balyoz û nûnerên welatên endam ên li Neteweyên Yekbûyî.


