Şam-SANA
Sûrîyê teqîna ku li nêzîkî navendeke perwerdeyê li Kabûla paytexta Efxanistanê rû da û bû sedema birîndarbûna bi dehan kesan, şermezar kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Înê, piştgirîya temamî ya Sûrîyê bo Efxanistanê, hikûmet û gel anî ziman her wisa başbûneke bilez ji bo birîndaran hêvî kir.
Teqînekê roja Duşema borî navendeke perwerdeyê li taxa Deştî Berçî ya li Kabûla paytext kiribû armanc, ku di encamê de herî kêm 42 zarokên ku temenê wan di navbera 10-14 salî de ne birîndar bûn, li gorî ragihandina nexweşxaneya “Emergency” ya ku pêşwazî li 35an ji wan kiribû.