New York-SANA
Sûrîye, derbasî qonaxeke nû ya xebata navneteweyî ya girêdayî başbûn û jinûveavakirinê dibe. Di heman demê de, berpirsên Neteweyên Yekbûyî piştrast dikin ku welat piştî salên êş, azar û wêranîyê li pêşberî werçerxaneke çarenûssaz e. Qonaxa bê jî derfeta derbasbûna ji bersivdana hewcedarîyên lezgîn ber bi piştgirîkirina rêçeke domdartir ku xwe dispêre geşepêdan û xurtkirina şîyana civakên xwecihî dide.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Rêveberê Cîbicîkar ê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Xizmetguzarîyên Projeyan, Jorge Moreira da Silva, duh Sêşemê li ser platforma “X”ê piştrast kir ku Sûrîye piştî salên zîyan û êşê “li ser xaçerêyeke çarenûssaz” sekinîye. Da Silva her wiha amaje bi hebûna derfeteke rasteqîn ji bo afirandina paşerojeke geştir ji bo gelê Sûrîyê kir, ku di vir de xwe dispêre nêrîna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ku girîngîya qonaxa niha tekez kiribû.
Piştgirîya Mirovî Rê li ber Başbûnê Vedike
Da Silva dîyar kir ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Xizmetguzarîyên Projeyan berdewam e di cîbicîkirina bernameyên xwe de li Sûrîyê bi rêya pêşkêşkirina alavên bijîşkî, piştgirîkirina çareserîyên enerjîya domdar di dibistan û nexweşxaneyan de, û beşdarîkirina di rakirina mînan de, ligel xebata bi hevkaran re ji bo dabînkirina hewcedarîyên mirovî û cîbicîkirina projeyên geşepêdanê yên demdirêj.
Ev meyldarî veguhertineke hêdî hêdî di siruşta destwerdanên navneteweyî de nîşan dide, bi awayekî ku ne tenê bi alîkarîyên lezgîn sînordar e, belkû digihêje sektorên ku alîkarîya baştirkirina xizmetên bingehîn û xurtkirina şîyana sazî û civakan di başbûnê de dikin, nemaze di warên tenduristî, enerjî û binesazîyê de.
Ji Alîkarîyên Hawarguzarî ber bi Piștbestina Xwebixwe ve
Rêvebera Beşa Operasyon û Parêzgerîyê di Ofîsa Hemahengîya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî de, Edem Wosornu, vê dawîyê li pêşberî Encumena Ewlekarîyê piştrast kiribû ku Sûrîye di “kêlîyeke çarenûssaz” re derbas dibe ku derbasbûna ji piştbestina bi alîkarîyên hawarguzarî ber bi rêça başbûn û pişbestina xwe bi xwe ve dixwaze.
Wosornu di rapora xwe de bal kişand ser arîşeyên ku li pêşîya xebata mirovî ne, ji ber ku qeyrana fînansekirinê bandor li qebareya alîkarîyên xurekî û tenduristîyê kiriye; ku ev yek xurtkirina projeyên başbûna zû û piştgirîkirina sektorên jînwerî di qonaxa bê de dike pêşgavîyek.