Şam – SANA
Wezareta Parastinê ya Sûrîyê derbarê teqîna ku duh Çarşemê li nêzîkî bajarê Sermedayê li gundewarê bakurê Idlibê qewimî, daxuyanîyek da û ragihand ku alîyên taybetmend ji bo zelalkirina sedem û hûrgilîyên vê rûdanê lêpirsînên xwe didomînin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe ya li ser kanala xwe ya Telegramê, eşkere kir ku teqîn li cebilxaneyeke demkî ya çek û bermayîyên şer li nêzî bajarê Sermedayê li bakurê Idlibê pêk hatiye.
Di encamê de 14 endamên Wezareta Parastinê şehîd ketine û zêdetirî 10 kesên din jî birîndar bûne, di nav wan de welatîyên sivîl jî hene.
Wezareta Parastinê destnîşan kir ku: “Piştî teqînê, demildest yekîneyên taybetmend ên wezaretê bi hevahengîya alîyên pêwendîdar dest bi dabînkirina ewlehîya cihê bûyerê kirin û mijûlî rakirina bandorên teqînê bûn”.
Her wiha da zanîn ku tîmên pispor ji bo piştrastkirina sedem û şert û mercên vê bûyerê lêkolînên xwe bênavber didomînin.
Di dawîyê de, Wezareta Parastinê sersaxî û hevxemîya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên şehîdan kir, ji Xwedayê dilovan daxwaza rehmê ji bo canê wan û şîfaya lezgîn ji bo birîndaran xwest.
