Qahîre-SANA
Wezîrê Derve yê Misrê Bedir Ebdilatî û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan duh Pêncşemê tekezî li ser giringîya parastina yekparçeyî, serwerî û ewlehîya axa Sûrîyê kirin û binpêkirinên Îsraîlê yên li ser xaka Sûrîyê şermezar kirin.
Ebdilatî di konferanseke rojnamevanîyê ya hevbeş de bi Fidan re li Qahîreyê, li gorî medyayên Misrê, dîyar kir ku di hevdîtinan de rewşa Sûrîyê hatiye nirxandin.
Her du alîyan li ser berdewamkirina hewldanên têkoşîna li dijî teror û tundrewîyê, vegera Sûrîyê ji bo rola wê ya asayî di herêma wê de, û piştgirîkirina proseya sîyasî ya giştî ku bi serokatîya Sûrîyan bixwe be, li hev kir.
Wezîrê Derve her wiha destnîşan kir ku di hevdîtinan de rewşa li ser axa Filistînê ya dagirkirî jî hatiye gotûbêjkirin; her du alîyan redkirin û şermezarkirina xwe ya ji bo binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê li Xeza û devera Rojava, Qudsa Rojhilat jî di nav de, dûpat kirin.