Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, duh Pêncşemê, peywendîyeke telefonî ji Serokwezîrê Komara Libnanê Newaf Selam wergirt.
Di peywendîyê de, tekezî li ser kûrahîya peywendîyên dualî yên navbera her du welatên bira hate kirin û rêyên xurtkirina hevkarîyê di warên cuda de xasma sektorên aborî, bazirganî û enerjîyê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî nûçeya Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê, El-Şeybanî tekezî li ser xwestek û amadebûna tam a Sûrîyê kir ji bo berdewamkirina piştgirîya her tiştê ku beşdarî xurtkirina hevkarîya dualî dibe, bi awayekî ku berjewendîyên her du welat û gelên bira pêk bîne.