Ebû Zebî-SANA
Dewleta Îmarat bi tundî teqîna ku otobûseke rêwîyan li bajarê Ceremanayê armanc kiribû û di encamê de hejmarek ji sivîlan birîndar bûbûn, şermezar kir.
Wezareta Derve di daxuyanîyekê de li ser blatforma “X”ê got:” Dewleta Îmaratê şermezarîya xwe ya tund derbarê van kiryarên terorî, û redkirina xwe ya domadr bo hemû awayên terorê ku ewlehîya û aramîyê têk dibe, nîşan dide”.
Wezaretê sersaxî ji bo Komara Erebî ya Sûrîyê û gelê wê pêşkêş kir, û hêvîya rehetbûneke lezgîn ji bo hemû birîndaran xwest.
Roja Pêncşemê teqînekê ku otobûseke rêwîyan li bajarê Ceremanayê yê li gundewarê Şamê armanc girtibû, rû dabû, û di encamê de 14 kes birîndar bûbûn.