Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: El-Şeybanî: Sûrîye Derbasî Qonaxeke Avakirinê ya Seranserî Bûye
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > El-Şeybanî: Sûrîye Derbasî Qonaxeke Avakirinê ya Seranserî Bûye

El-Şeybanî: Sûrîye Derbasî Qonaxeke Avakirinê ya Seranserî Bûye

Hat weşandin: 2026/09/07 8:05 PM
Hat nûkirin: 2026/09/07 8:07 PM

Qahîre-SANA

Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî piştrast kir ku Sûrîyê pêgeha xwe ya asayî di nav dewletên Erebî yên bira de wekî “palpişt û piştgir” vegerandiye û êdî ne “bar û giranîyek” e.

El-Şeybanî dîyar kir ku Sûrîye rûpeleke dijwar a panzdeh salan dipêçe û dikeve qonaxeke nû ya avakirina giştî; qonaxeke ku xwe dispêre aborîyeke ku ji bin kavilan radibe û sazîyên ku ji nû ve ava dibin.

El-Şeybanî di axaftineke xwe ya di dema civîna wezîrên derve yên Ereb de, ku di çarçoveya çalakîyên gera 166an a li ser asta wezîran a Encumena Komkara Dewletên Ereb li Qahîreyê îro Duşemê bi rê ve çû, got: “Em îro di bin sîwana erebîtîya giştî de dicivin, di demekê de ku ji me tê xwestin em refên xwe bikin yek û nêrînên xwe pevbiguhêrin.”

Dadmendî û avakirina dewletê

Wezîr Es`ed El-Şeybanî anî ziman ku Sûrîye îro birînên xwe yên civakî yên ku rejîma berê bi awayekî sîstematîk çandibûn, bi melhema dadmendî û rastîyê dikewîne.

El-Şeybanî dîyar kir ku bicihanîna “Nexşeya Rê ya Sêalî” ji bo çespandina aştîyê li Siweydayê bi biryardarî berdewam dike; ev yek ji bo misogerkirina tevlîbûna wan a birûmet di nav tevna niştimanî de ye, da ku şênîyên vê pêkhateya resen ji hemû maf û erkên welatîbûnê mifayê wergirin.

Wî tekez kir ku ew dê li dijî her hewldaneke ji bo têkdana vê rêçê bi tundî bisekinin.

Serdemeke nû li ser bingeha dadmendî û serwerîyê

Wezîr El-Şeybanî bal kişand ser wê yekê ku Sûrîyan bi serokatîya Serok Ehmed El-Şeri` destkeftîyên dîrokî pêk anîn û dawî li serdema zordestîya bixwîn anîn; serdema ku canê Sûrîyan dimijand û bi milyonan kes koçber dikirin.

Wan bingeha serdemeke nû li ser hîmê dadmendî û serwerîyê ava kir, ku tê de hucreyên zindanan hatin valakirin û dezgehên ewlehîyê yên rejîma berê hatin hilweşandin da ku Sûrî bi tevahî hest bi azadîyê bikin.

Ewlehî, perwerde û aborî

Di sektora ewlehî û parastinê de, El-Şeybanî eşkere kir ku sazîyên niştimanî ji nû ve hatine rêkxistin da ku erkê xwe yê pîroz di parastina sînor û serwerîyê de bi cih bînin.

Ev yek bi çespandina bawerdarîyeke leşkerî pêk hat ku dawî li bêserûberîya çekan tîne, mafê bikaranîna çekan tenê di bin kontrola dewletê de dihêle û sîwana ewlehîya giştî li her derê belav dike.

Es`ed Hesen El-Şeybanî destnîşan kir ku perwerde û xwendina bilind pêşgavîyên hikûmetê ne; bi sed hezaran zarok û ciwan ji tarîya kampan vegeriyan ser kursîyên dibistan û zanîngehan.

Her wiha kar li ser nûjenkirina sazîyên zanistî tê kirin da ku bibin navendên raman û afirînerîyê û nifşan ji windabûnê biparêzin.

Dîplomasî û veger

Navborî dîyar kir ku Sûrîyê berhemên van destkeftîyan bi betalkirina “Qanûna Qeyser”ê, rakirina cezayên Amerîkî û Ewropî, û hilanîna navê xwe ji lîsteya dewletên piştgirên terorê piştî 47 salan wergirtine.

Her wiha, Sûrîyê serkeftineke dîplomatîk bi dest xistiye; hêzên ku demeke dirêj li dijî vîna gelê wê sekinîbûn’ ew bêbandor kirin.

Destkeftîyên Sûrîyê îro xêr in bo wê û birayên wê

El-Şeybanî got: “Ji ber pêgeha wê ya erdnîgarî û dîrokî, qedera Sûrîyê ye ku bibe dirêjahîyek ku ji sînorên gelê wê derbas dibe”.

Wî dîyar kir ku rejîma berê ev taybetmendî bi xirabî bi kar anîbû û ew veguherandibû nifirekê ku qeyran, teror û pêlên koçberîyê dişandin derve; lê Sûrîye îro tekez dike ku destkeftîyên wê xêr in bo wê û birayên wê û kevirê bingehîn ê geşepêdana herêmî ye.

Em ji bo bidawîkirina êrîş û destdirêjîyên Îsraîlê dixebitin

Di dosyaya Colana dagirkirî de, El-Şeybanî wiha got: “Kolombyayê vê dawîyê bi neheqî pêvekirina Colanê bi Îsraîlê ve qebûl kir, em şermezarkirina we ya ji bo vê yekê bilind dinirxînin. Em du pêngavan pêşnîyar dikin: Erkdarkirina Koma Erebî li New Yorkê ku vê şermezarkirinê bixe nav biryara gera 81an a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û agahdarkirina fermî ya Bogotayê ku nabe destwerdanê di mafên Ereban de bike.”

El-Şeybanî di dawîyê de jî got: “Salên bê dê bibin şahidên jidayikbûna çîrokeke serkeftinê ya Sûrî ya dîrokî ku dê bi şanazî behsa wê were kirin; Sûrîye wekî palpişt û piştgir vegerîya û êdî ne bar û giranîyek e.”

Wezîrê Derve ligel Hevtayê xwe yê Urdunî Rêyên Bihêzkirina Hevkarîyê Gotûbêj Dike
Serok El-Şeri’ Belgenameyên Bawerîyê yên Balyozê Dewleta Îmaratê li Sûrîyê Werdigire
El-Şeybanî Belgenameyên Balyozê Dewleta Vatîkanê li Sûrîyê Wergirtin
​Ulebî Destpêkirina Jinavbirina Madeyên Kîmyewî li Sûrîyê Radigihîne
Serokkomarê Komara Erebî ya Sûriyê Ehmed El-şera bi Serokê Letonyayê re civiya
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ehmed El-Şeri`Es`ed Hesen El-ŞeybanîKomkara ErebîSerokê SûrîyêWezîrê Derve yê Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Wêne ji ​Arşîvê ye

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?