Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es‘ed Hesen El-Şeybanî bidawîbûna gera Kendavê ya bi serokatîya Serok Ehmed El-Şeri‘ ragihand, ku welatên Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî li xwe girt. El-Şeybanî tekez kir ku hevdîtinên serkirdeyan giranî dane ser xurtkirina têkilîyên biratîyê yên kûr û rûniştî.
Birêz El-Şeybanî dîyar kir ku di vê gerê de rêyên pêşxistina geşepêdana aborî û jinûveavakirinê hatin gotûbêjkirin. Her wiha bal kişand ser helwesta Sûrîyê ya neguhêr di rawestana li kêleka birayên xwe de û hevkarîya wê ya tam li hember gefên cihêreng.
Serok El-Şeri’ di vê gerê de piştgirîya Sûrîyê ji bo welatên Erebî yên ku rastî êrîşên Îranê hatine dûpat kir. Di hevdîtinan de her wiha xurtkirina têkilîyên dualî, geşedanên herêmî û navneteweyî û rêyên hevahengîyê bi mebesta parastina ewlehî û aramîya herêmê hatin gengeşekirin.