Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan tekez kir ku vegerandina 23 perçeyên şûnwarî ji Fransayê bo Sûrîyê, destpêka rêçeke berdewam e ji bo vegerandina şûnwarên Sûrîyê yên li derveyî welat. Ev gav di çarçoveya hewldanên niştimanî û dîplomatîk de tê ku Sûrîye ji bo vegerandina milkên xwe yên çandî, xurtkirina hevkarîya navneteweyî di parastina mîrasê de û parastina nasnameya şaristanî dide meşandin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Sêşemê zelal kir ku ev perçeyên şûnwarî ji sala 2010an ve ji bo pêşangeheke şûnwarên Sûrîyê li Peymangeha Cîhana Erebî ya li Parîsê hatibûn deynkirin, lê qutbûna têkilîyên Sûrî-Fransî di serdema rejîma berê de rê li ber vegerandina wan girt. Ev berhem milkên muzexaneyên Şam, Heleb, Laziqîyê û Tedmurê ne.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku proseya vegerandinê berhema hevahengîya di navbera Sûrîye û Fransayê de ye, tevî hevkarîyeke qanûnî û teknîkî ku derfet da temamkirina rêkarên pêwîst ji bo vegerandina van berheman bo şûna wan a resen, ku ev yek pabendîya her du welatan bi parastina mîrasa çandî û xurtkirina hewldanên navneteweyî di vî warî de nîşan dide.
Her wiha destnîşan kir ku li kêleka serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Şamê, biryar hat girtin ku ev perçeyên şûnwarî bi firokeya serokatîyê ya Fransî bo Sûrîyê werin veguhastin. Ev destpêşxerî jî asta hevkarîya di navbera her du welatan de nîşan dide û Fransayê dike welatê yekem ku di çarçoveya kempîna niştimanî ya vegerandina şûnwarên Sûrîyê yên li derveyî welat, hevkarîyê bi Sûrîyê re dike.
Wezareta Derve û Koçberan spas û pêzanînên xwe ji bo desthilatdarên Fransî anîn ziman, ji ber hevkarî û hêsankirina rêkarên vegerandina van kelûpelên giranbiha bo cihê wan ê resen.