Waşington-SANA
Senatora Amerîkî Elissa Slotkin, îro Duşemê, pêşwazî li biryara rêveberîya Serok Donald Trump kir, ya derbarê derxistina navê Sûrîyê ji lîsteya “Dewletên Piştgirên Terorê”, û tekez kir ku wext hatiye da ku rûpeleke nû di peywendîyên navbera Şam û Waşîngtonê de bê vekirin.
Slotkin li ser platforma “X”ê ragihand: “Ez pêşwazîyê li daxuyanîya nîyeta Amerîkayê, ya ji bo derxistina Sûrîyê ji lîsteya Dewletên Piştgirên Terorê dikim. Eşkere ye ku ev kategorî astengîyek bû li pêşîya hewldanên jinûveavakirinê û geşepêdana aborî ya ku hewcedarîyrke mezin a Sûrîyê pê heye.”
Slotkin tekez kir ku hikûmeta nû ya Sûrîyê daxwaza xwe ya rasteqîne ya dijîtîya terorê nîşan daye, û got: “Wext hatiye ku dest bi qonaxeke nû ya peywendîyên Amerîkî-Sûrî bibe, û fersendeke rasteqîne bo Sûrîyan bête dan da ku aramî û geşepêdana aborî pêk bînin.”
Di dawîyê de got: “Koçberên Sûrî yên ku bingeha wan li ser civakeke bihêz û serkeftî li wîlayeta Michigan ava ye, bi awayekî tam amade ne ku alîkarîyê di pêşengîya vê hewldanê de bikin, û pêwîstîya vê yekê jî bi cîbicîkirina tam û lezgîn a vê biryarê heye.”