Enqere-SANA
Tirkîyê bi tundî êrîş û derbasbûna Îsraîlê bo nav parêzgehên Dera û Quneytirayê şermezar kirin, û ew wek binpêkirineke eşkere a serwerîya Sûrîyê, Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an û qanûnên navdewletî bi nav kir. Wezareta Derve ya Tirkîyê bang li civaka navdewletî kir ku van êrîşên ku aramîya herêmî têk didin, rawestîne.
Ji alîyê xwe ve, Sûrîyê ev binpêkirinên ku derdeserîyên welatîyan zêdetir dikin şermezar kirin, û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku yekser tev bigere da ku dawîyê li êrîşan bîne û rêzgirtina li peymanên navdewletî garantî bike.