Berlîn – SANA
Bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri’, Sûrîyê îro roja Duşemê li Berlînê peymana hevkarîyê di warê veguhastina asmanî de ligel Almanyayê îmze kir. Li ser navê alîyê Sûrî Serokê Sazîya Firokevanîya Sivîl Omer El-Huserî, û li ser navê alîyê Almanî jî Sekretera Giştî ya Wezareta Veguhastinê Claudia Elif Stutz beşdar bûn.
Peyman armanc dike ku veguhastina asmanî çalak bike, liv û tevgera rêwî û barkêşîyê zêde bike, û hevkarîyên “Parvekirina Kodê” li gorî pîvanên navdewletî pêş bixe.
Ev gav di çarçoveya serdana fermî de tê ya ku Serok Ehmed El-Şeri’ duh roja Yekşemê li serê şandeyeke wezarî ji bo Berlînê dest pê kiribû. Di seredanê de hevdîtin ligel berpirsên pilebilind ji bo xurtkirina têkilîyên dualî û hevkarîya hevpar hatin encamdan.