Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Thomas Barrack îro Çarşemê, pêşwazîya jinûve çalakirina hesabê Banka Navendî ya Sûrîyê li Banka Federal a Yedek li New Yorkê kir û tekez kir ku ev pêngaveke girîng e ber bi pêkanîna hevahengîyeke berhemdar di navbera her du alîyan de.
Barrack di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Serok Donald Trump bi soza xwe ya dayîna fersendekê ji bo Sûrîyê re wefadar ma; hesabê Banka Navendî ya Sûrîyê li Banka Federal a Yedek li New Yorkê ji bo cara yekem ji sala 2011an ve hat nûkirin û çalakirin.”
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê duh Sêşemê, pêşwazîya ragihandina jinûve çalakirina hesabê Banka Navendî ya Sûrîyê kir û dîyar kir ku ev gav di çarçoveya hewldanên tevlîkirina berpirsyarane ya Sûrîyê di pergala darayî ya cîhanî de pêk tê.