Şam-SANA
Fermandarê Hêzên Deryayî li Wezareta Parastinê Emîd Mihemed El-Si`ûd, bi Fermandarê Hêzên Deryayî yê Artêşa Tirkîyê Ercûment Tatlioglu re mijara bihêzkirina hevkarîya di navbera her du alîyan de gotûbêj kir. Balyozê Tirkîyê li Şamê Nûh Yilmaz jî di hevdîtinê de amade bû.
Wekî ku Wezareta Parastinê ya Sûrîyê îro Sêşemê ragihand, ev yek di dema pêşwazîya El-Si`ûd ji bo Tatlioglu de pêk hat. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku her du alî li ser bihêzkirina hevkarîya deryayî axivîn, bi awayekî ku bibe alîkar ji bo pêşxistina hevahengî û pevguhertina ezmûnan ku xizmeta berjewendîyên her du welatan bike.
Têkilîyên Sûrîye û Tirkîyê qonaxeke nû û pêşkeftî nîşan didin, ku ev yek di pevguhertina serdanên fermî û zêdekirina hevahengîya sîyasî, ewlehî û leşkerî de dîyar dibe, her wiha berfirehkirina warên hevkarîya dualî ku xizmeta berjewendîyên her du alîyan dike.






