Erebistana Siûdî-SANA
Erebistana Siûdî îro Pêncşemê, pêşwazî li daxuyanîya Amerîkayê, ya derbarê destpêkirina rêkarên derxistina Sûrîyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê, ya ji sala 1979an ve navê wê ketibûyê, kir.
Wezareta Derve ya Siûdîyê, îro Pêncşemê, di daxuyanîyekê de ragihand ku ew piştgirîya hemû pêngavên erênî yên ku hikûmeta Sûrîyê ji bo dabînkirina ewlehî û aramîya xwe û avakirina sazîyên dewletê diavêje, bi awayekî ku daxwazên gelê Sûrîyê yê bira di avakirina Sûrîyeke aramtir û geştir de bi cih bîne, dike.