Şam – SANA
Sûrîyê sersaxî û hevxemîya xwe ji bo Qeter û Tirkîyê nîşan da ji ber kuştina şeş endamên hêzên wan, ligel hindek sivîlên Tirk, piştî ketina firokeyeke helîkopterê di ava herêmî ya Qeterê de, û her wiha hevgirtina xwe bi wan re piştrast kir.
Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê sersaxîya xwe ya germ pêşkêşî dewletên Qeter û Tirkîyê kirin ji bo qurbanîyên ketina helîkoptereke Qeterî di ava herêmî de ku ji ber têkçûneke teknîkî rû da. Wezaretê hevgirtina tam a Sûrîyê bi hikûmet û gelên her du welatan û malbatên şeş qurbanîyan re (ji leşker û sivîlan) piştrast kir, di wê rûdanê de ku di dema cîbicîkirina erkekî asayî de pêk hatibû.