Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Hefteyeke Awarte li Sûrîyê.. Xurtkirina Pêgeha Navdewletî û Hilweşandina Şaneyên Terorê
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > Hefteyeke Awarte li Sûrîyê.. Xurtkirina Pêgeha Navdewletî û Hilweşandina Şaneyên Terorê

Hefteyeke Awarte li Sûrîyê.. Xurtkirina Pêgeha Navdewletî û Hilweşandina Şaneyên Terorê

Hat weşandin: 2026/07/10 10:21 PM
Hat nûkirin: 2026/07/10 10:21 PM

Şam-SANA

Sûrîye di hefteya borî de bû şahida rêzek pêşketinên dîplomatîk, sîyasî û ewlehî yên darîçav. Ev pêşketin di serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Şamê de dîyar bûn, ku peywendîyên Sûrîye û Fransayê ber bi qonaxeke nû ya hevkarî û hevbeşîyên cuda ve birin. Her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku rêkarên hilanîna navê Sûrîyê ji lîsteya “dewletên piştgirên terorê” dest pê kirine, piştî hevdîtina Serok Ehmed El-Şeri` û hevtayê wî yê Amerîkî Donald Trump li Enqereyê.

Di heman demê de, Sûrîyê hemû maf û taybetmendîyên xwe di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de vegerandin, ligel girtina şaneya terorîst a berpirsyara teqînên dawî yên Şamê. Ev pêşhate rengvedana pêşketina di rêça vebûna navneteweyî, xurtkirina derfetên başbûn û jinûveavakirinê û çespandina ewlehî û aramîyê ne.

Serdana Fransayê hevbeşîya ligel Sûriyê xurt dike

Serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Şamê qonaxeke girîng bû di peywendîyên Sûrîye û Fransayê de, wekî yekem serdana serokekî Fransayê ji sala 2009an ve. Ev serdan encama rêzeke peywendî û gotûbêjan bû ku rê li ber derbasbûna peywendîyan bo qonaxeke nû li ser hîmê rêzgirtina dualî û hevparîya yeksan vekir.

Di dema serdanê de, her du serokan Ehmed El-Şeri` û Emmanuel Macron serokatîya civîneke maseya dorhêl kir, ku di encamê de danezaneke çarçoveyî ji bo hevkarîya berfireh hat îmzekirin û komîteyên aborî yên hevpişk hatin avakirin. Her wiha rêkeftinên lihevkirinê û peymanên veberhênanê di sektorên enerjî, bank, binesazî, av, tenduristî, firokevanî û benderan de hatin îmzekirin.

Macron amadebûna welatê xwe nîşan da ku piştgirîyê bide hewldanên jinûveavakirina Sûrîyê û da zanîn ku komîteyên aborî yên berfireh û hevbeş bi hevkarîya dewletên Kendavê dê li ser vê dosyeyê bixebitin. Macron got ku Fransa dê di gelek warên girîng de bibe hevpara Sûrîyê.

Her wiha wî piştgirîya Parîsê bo Sûrîyê di rêxistinên darayî yên navneteweyî de ragihand ji bo fînansekirina projeyên jinûveavakirinê, û xebata li ser vegerandina xizmetguzarîyên bankî, û berfirehkirina beşdarîya kompanyên Fransî di projeyên veberhênan û avakirinê de.

Pevguhertina balyozan û vegerandina mal û milk û şûnwarên Sûrîyê

Di serdanê de li ser destpêkirina rêça pevguhertina balyozên rûniştî di navbera Şam û Parîsê de lihevhatin pêk hat, da ku peywendîyên dîplomatîk vegerin rewşa xwe ya asayî.

Her wiha her du alîyan daxuyanîyeke nîyetan îmze kir ku rê li ber yekem operasyona vegerandina mal û milkên Sûrîyê yên ku li derve hatibûn desteserkirin vedike, da ku ji bo projeyên ku xizmeta gelê Sûrîyê dikin werin bikaranîn.

Fransayê amadebûna xwe nîşan da ku zêdetirî 50 mîlyon Euro vegerîne, ku ev nola qezenca nerewa ya yek ji endamên malbata rejîma berê tê hesibandin. Her wisa 23 parçeyên şûnwarî yên Sûrîyê vegerandin welatê wan ê resen.

Waşington dest bi rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya piştevanên terorê dike

Di pêşketineke navneteweyî ya girîng de, Serok Trump ji Kongreyê re ragihand ku rêkarên qanûnî ji bo rakirina navê Sûriyê ji lîsteya “dewletên piştgirên terorê” (ku ji sala 1979an ve hatibû sepandin) dest pê kirine. Ev piştî hevdîtina wî ya ligel Serok El-Şeri` li Enqereyê pêk hat. Trump dîyar kir ku ev biryar dê 45 rojan di bin nirxandina yasayî de bimîne berî ku bikeve warê cîbicîkirinê.

Trump di peyamekê de ji Serok El-Şeri` re tekez kir ku ev pêngav ji bo rakirina rêgirîyên li pêşîya jinûveavakirina Sûrîyê ye, û nîşan da ku kompanyên Amerîkî amade ne veberhênanê li Sûrîyê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio destpêkirina rêkaran wekî “pêngaveke dîrokî” bi nav kir, ku asoyên nû li pêşîya başbûn û derfetên aborî vedike.

Sûrîye pêşwazî li pêngava Amerîkayê kir û tekez kir ku hilanîna navê Sûrîyê ji lîsteyê, hevdem ligel bidawîkirina cezayan, dê derfetên başbûna aborî xurt bike, jîngeha pêwîst ji bo jinûveavakirinê amade bike, bazirganî û veberhênanê han bide û piştgirîyê bide ewlehî û aramîyê.

Daxuyanîya Amerîkayê her wiha rastî pêşwazîyeke Erebî û navneteweyî hat, ji ber ku wekî pêşketineke girîng hat dîtin ku beşdarî piştgirîkirina hewldanên jinûveavakirinê, handana veberhênanê û çespandina aramîyê dibe.

Hevdîtinên ku peywendîyên Sûrîyê xurt dikin

Di çarçoveya çalakîya dîplomatîk de, Serok El-Şeri` di dema serdana xwe ya bo Enqereyê de ligel Serokê Tirkîyê Receb Tayyip Erdogan rêyên xurtkirina têkilîyên dualî û geşedanên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin. Her wiha wî ligel şandeke endamên Kongreya Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Serokatîya Amerîkayê bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barrack hevdîtin pêk anî û piştgirîya hewldanên jinûveavakirin û başbûnê ligel wan gotûbêj kir.

Sûrîye mafên xwe di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de vedigerîne

Sûrîye hebûna xwe ya navneteweyî xurt kir bi vegerandina hemû maf û taybetmendîyên xwe di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) de, piştî ku Encumena Rêveber a rêxistinê bi lihevkirin biryara taybet bi vegerandina mafên Sûrîyê pejirand.

Wezareta Derve û Koçberan piştrast kir ku ev biryar hêmaya pêşketina di cîbicîkirina pabendîyên Sûrîyê de ye û hevkarîya avaker ligel rêxistinê ji bo çareserkirina mîrateya kîmyewî ya serdema rejîma berê nîşan dide.

Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, vegerandina maf û taybetmendîyan wekî “qonaxeke dîrokî” bi nav kir ku vegera pêgeha navneteweyî ya Sûrîyê tekez dike.

Ji hêla xwe ve, Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li cem rêxistinê Mihemed Ketûb tekez kir ku ev biryar pêngaveke girîng e û pêşketina di bicihanîna pabendîyan de û xurtkirina hevkarîya avaker ligel rêxistinê nîşan dide.

Brîtanyayê pêşwazî li biryarê kir, di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serokatîya Amerîkayê bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barrack ev pêngav li Sûrîyê pîroz kir û anî ziman kir ku ev yek pêşketina berbiçav a hikûmeta Sûrîyê û pabendbûna wê bi serederîya berpirsyarane ligel civaka navneteweyî dîyar dike.

Lêdaneke ewlehî şaneya teqînên Şamê eşkere dike

Li ser asta ewlehîyê, Wezîrê Hundir Enes Xetab ragihand ku şaneya berpirsyara teqînên terorîstî yên 7ê vê mehê li Şamê hatiye girtin. Ev teqîn bûbûn sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 36 kesên dîtir.

Xetab tekez kir ku wezaret dê piştî temambûna lêpirsînan, nasnameyên endamên şaneyê, rolên wan û hemû girêdanên wan ji raya giştî re eşkere bike.

Di vê çarçoveyê de, Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Gundewarê Şamê Emîd Ehmed Dalatî dîyar kir ku lêkolînên destpêkê nîşan dan ku şane girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê ye.

Dalatî eşkere kir ku dezgehên ewlehîyê demildest piştî teqînê bi hevkarîya Dezgeha Hewalgirîya Giştî dest bi lêpirsînên xwe kirin, û xwe sipartin kamerayên çavdêrîyê û tomarên taybet ên herêmê ji bo naskirina yek ji endamên şaneyê, heta ku gihîştin endamên din.

Hebûna navneteweyî pêş dikeve û ewlekarîya hundirîn dipeyite

Pêşketinên hefteya borî wêneyekî seranserî ji bo tevgera Sûrîyê li ser asta navneteweyî û navxweyî nîşan didin; bi rêya berfirehkirina hevbeşîyên sîyasî û aborî, vegerandina mafên wê di sazîyên navneteweyî de, û rakirina kelemên li pêşîya başbûn û jinûveavakirinê, ligel berdewamîya şopandina şaneyên terorê û xurtkirina ewlehî û aramîyê.

El-Şeybanî ligel Kargerê Karûbarên Almanyayê dicive
El-Şeybanî bi El-Sefedî re Pêşhateyên Rewşa li Sûrîyê û Çespandina Têkilîyên Biratî Gotûbêj Dike
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên herdu welatan serdana Bexdayê dike
Wezareta Derve ya Sûrîyê bi Wezareta Plansazîyê ya Urdunê re Xurtkirina Mekanîzmayên Geşepêdana Hevpar Niqaş Dike
​Sûrîye Teqîna li Nêzîkî Navendeke Perwerdeyê li Kabûlê Şermezar Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Pêşketinên DîplomatîkSerokê Amerîkayê Donald TrumpSerokê Fransayê Emmanuel Macron
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tîmên endazyarîyê zevîya dawî ya mînan li gundewarê Şamê paqij dikin

September 15, 2026

Bi Beşdarîya Zêdetirî 50 Kompanyan.. Wezareta Derve Pêşwazî li Şandeke Aborî ya Amerîkî Kir

September 15, 2026

15 Werzişvan Nûnertîya Sûrîyê di 9 Lîstikan de di Asiad Japonê ya 2026an de Dikin

September 15, 2026

​Serok El-Şeri’ li Kêleka Lûtkeya Medyaya Erebî li Dubayê ligel Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê Dicive

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?