Şam-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê, pejirandina bi yekdengî ya projeya ku pêşkêşî Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kiribû pêșwazî kir. Projeya wan jî ew bû ku 19ê Kanûna Pêşîn -wekî rêzgirtinekê li jinên lêgerîner- ku mîna “Rojeke Navdewletî ya Jinên Lêgerînerên li Kesên Winda” were ragihandin.
Ev destpêşxerî, wekî rêzgirtinekê li tekoşîna wan jinên lêgerîner tê hesêb; ku erka lêgerîna li kesûkarên xwe yên winda girtine ser milên xwe û dest ji mafê xwe yê zanîna rastîyê, pêkanîna dadwerîyê û garantîkirina dubarenebûnê bernedane.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de duh Duşemê got: Projebiryar berhema xebateke hevbeş a di navbera Wezareta Derve û Koçberan û Desteya Niştimanî ya Windayan de ye.
Wezaretê destnîşan kir ku ev gav encama ezmûneke kûr a mirovî ye ku bi hezaran malbatên Sûrîyeyî jiyane. Her wiha ev biryar li ser bingeha beşdarîya rasterast a komên malbatên windayan di civînên şêwirînê yên wezaret û desteyê de hat girtin, ji bo nirxandina rola awarte ku jinên Sûrî di lêgerîna li windayan, parastina bîranîna hezkirîyên xwe û gihandina dengê malbatên xwe bo qadên navdewletî de lîstiye.