Rîyad – SANA
Wezîrên derve yên hejmarek dewletên Ereb û Misilman, civîna xwe ya şêwirînê li Rîyadê di 18ê Adara 2026an de bi daxuyanîyeke tund bi dawî kirin. Di daxuyanîyê de êrîşên Îranê yên bi moşekên balîstîk û dronan ku welatên Kendavê, Urdun, Azerbaycan û Tirkîye kiribûn armanc, şermezar kirin.
Beşdaran tekez kirin ku behane ji van êrîşan re bi tu awayî nayên dîtin, û bal kişandin ser mafê dewletan ê rewa ku berevanîyê di ber xwe de bikin li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî. Daxuyanîyê ji Îranê daxwaz kir ku demildest vê gurkirina şer rawestîne, rêzê li serwerîya dewletan bigire û pabendîyê bi biryara Encumena Ewlekarîyê ya bi jimara 2817 bike; her wiha piştgirîya milîsan û gefên li ser deryavanîya navdewletî bide sekinandin.
Her wiha wezîran piştgirîya xwe ji serwerî û aramîya Libnanê re anîn ziman û di heman demê de êrîşên Îsraîlê yên li ser wî welatî şermezar kirin.