Şam-SAM
Li Şamê, civîneke berhemdar û dirêj di navbera Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê Tom Barack de pêk hat. Di civînê de çend dosyayên stratejîk hatin nirxandin.
Her du alîyan di civînê de tekezî li ser pabendbûna reha bi yekbûna axa Sûrîyê û serwerîya dewletê li seranserî erdnîgarîya wê kir. Her wisa gavên pratîk ên hatine avêtin di dosya tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de hatin gotûbêjkirin.
Derbarê destpêkirina çalakîyên komîteyeke navdewletî bi rêberîya Sûrîyê hat axaftin, ji bo misogerkirina zelalîyê di dosya jinavbirina çekên kîmyewî de. Her wiha behsa giringîya piştevanîya Sûrîyê di rûbirûbûna rêxistina “DAIŞ”ê hat kirin.
Barack girîngdana kompanyên mezin ên Amerîkî bi beşdarbûna di geşepêdana aborîya Sûrîyê de tekez kir û her du alîyan amadekarîyên lojîstîk û sîyasî yên pêwîst ji bo jinûve çalakkirina Balyozxaneya Sûrîyê li Waşingtonê gotûbêj kir.