Munich-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re li kêleka çalakîyên Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê civîya.
Di civînê de her du alîyan peywendîyên dualî û geşedanên herêmî nirxandin, ligel tekezîya li ser giringîya xurtkirna dîyalog û hevkarîyê ji bo pêkanîna aramîyê li herêmê. Her wiha hewlên ji bo pêkanîna aştî û geşepêdanê li Sûrîyê hatin nirxandin.
