Şam- SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Pêncşemê, pêwendîyeke têlefonî ligel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan Al Siûd pêk anî. Di vê pêwendîyê de geşedanên dawî yên herêmî û encamên wan li ser deverê, ligel têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de hatin nirxandin.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê, her du alîyan tekezî li ser daxwaza xwe ya ji bo berdewamkirina hevahengîyê kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du welatan bike û beşdarî xurtkirina ewlehî û aramîya herêmê bibe. Her wiha her du wezîran nêrînên xwe derbarê hejmarek mijarên herêmî û navdewletî yên girîng parve kirin.